Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gelek Bajarên Kurdan, Dijî Encamên Hilbijartînên Xwecihî Serlêdan Tên Kirin


Şandeyeke DEM Partîyê li ber Dadgeha Serêkanî (Ceylanpınar) ya Rihayê, serlêdana AKP’ê dişopînin, ku dijî qezenckirina DEMê ya şaredarîyê daxwaza pêdaçûnê dike, 2 Nîsan, 2024.
Şandeyeke DEM Partîyê li ber Dadgeha Serêkanî (Ceylanpınar) ya Rihayê, serlêdana AKP’ê dişopînin, ku dijî qezenckirina DEMê ya şaredarîyê daxwaza pêdaçûnê dike, 2 Nîsan, 2024.

Lijneyên Bilind yên Hilbijartinan (YSK) yên heremî îro Sêşemê li ser serlêdana Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) encamên jimareke navendan yên hilbijartinên heremî yê 31’ê Adarê betal kirin û biryarên jinûve darxistinan girtin.

Biryarên YSK yên heremî ne yên herî dawîn in, li qor qanûnan berbijar yan partîyên wan hemberî biryarên heremî yên dezgeha hilbijartinan,serî li YSK ya bajaran bidin. Ger ji biryarên YSK yên bajaran jî razî nebin, wê demê dikarin serî li Lijneya Bilind ya Hilbijartinan (YSK) ya Navendî bidin, ku li Enqerê ye.

Navçeya Curnê Reş (Hîlvan) ya Rihayê; AKP îro dijî encamên 15 sindoqan serî li YSK ya navçeyê kir ku hilbijartin werin betal kirin û jinûve werin darxistin.

Li Hîlwanê Serhan Paydaş 6 hezar û 960 dengan (% 33.20) pêşbirka bo şaredarîyê qezenc kir ku berbijarê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bû.

Berbijarê AKP’ê Aslan Alî Bayik bi 6 hezar û 439 dengan ( % 30.72), piştî Paydaş hat.

Li Curnê Reş ji 197’an vir ve ev cara yekê ye ku part îroyek siyas îro ya Kurdî hilbijartinên şaredarîyê bi dest dixe.

Lê, piştî serlêdana AKP’ê, YSK’ya heremî biryara jinûve darxistina hilbijartinên şaredarîya Curnê Reş da.

Li Serêkanî (Ceylanpınar) ya Rihayê; AKP îro dijî encamên 15 sindoqan serî li YSK ya navçeyê kir ku hilbijartin werin betal kirin û jinûve werin darxistin.

YSK ya li Serêkanî ragihand ku wê serlêdana AKP’ê binirxîne û biryara xwe ya dawî dîyar bike.

Li Serêkanî, Rahşan Yazar ya hev berbijarên DEM Partî, Ugur Kahraman û Rahşan Yazar bi bi 18 hezar û 926 dengan (% 46.54) şaredarîya navçeyê bi dest xistin.

Berbijarê AKP’ê Seyyîtxan Atîla jî bi 17 hezar û 540 dengan di rêza dudya de cîh girt.

Rahşan Yazar
Rahşan Yazar

Hevberbijara DEM’ ê ya serketî Rahşan Yazar ji Dengê Amerîka re ragihand ku AKP’ê îro pişt nîvro seat di 2.50’an de serî li YSK’ê daye, 10 deqîqe piştî bidawîbûna dema serlêdanê.


"Ti sedemeke wan (AKP) ya rastîn tuneye. ev hewl wê tenê dirêjkirina pêyvajoyê be. Em ji dengên xwe pêbawer in û divê dijî me ti biryarek neyînî dernekeve. Em pêyvajoyê bi hiqûqzanên xwe re, ji nêz ve dişopînin. Hemû belgeyên me hene. Em bi ser ketine, " Yazar ji Dengê Amerîka re got.

Yazar herwiha serlêdanên pêdaçûnê wek berdewamkirina siyaseta qirêjê xirab ya AKP’ê bi nav kir û got ku wê destûrê nedin ku dijî vîna dengderan darbeyeke were kirin.

" Ev tenê berdewamkirina siyaseta qirêjê xirab ya AKP’ê ye. Lê, emê destûrê nedin ku ti kes vîna gel dîl bigire yan serketina gel bidize. Emê tekoşîna xwe ya demokratîk bidomînin, " Yazar got.

Giyadîn ya navçeya Wanê , AKP û MHP'ê dijî encamên vê navçeya Wanê jî serî li YSK’ ê dan ku DEM Partîyê ew navçe bi rêjeyeke zêde bi dest xistibû.

DEM Partiyê, di hilbijatinên roja Yekşemê de bi rêjeya 57,43 Şaredarîya Giyadîn qezenc kir, lê MHP ku tenê 69 deng wergirtine dijî şaredar û AKP jî dijî encamên meclîsa giştî ya navçeyê serî li YSK dane.

Hat dîyarkirin ku lijne wê sibê li hev kom bibe û biryarê bide.

Herwiha DEM Partîyê ji li bajarê Bîtlîs, Şirnax û jimareke din ya navendan dijî encamên hilbijartinn heremî serî li YSK yên heremî dane.

Hêjayê gotinê ye ku, li gor qanûnên Tirkîyê, dema serlêdanên dijî biryarên YSK yên navçeyan îro Sêşemê pişt nîvro seat di 3.00’an de bi dawî bû.

Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan wê heta sibe Çarşemê (4'ê Nîsanê) saet 5’ê evarê di derbarê serlêdanan de, biryarên xwe eşkere bikin.
Pêvajoya dijî biryarên YSK yên navçeyan jî wê roj di 5’ê Nîsanê saet 5ân de biqede.

Dijî biryarên YSK yên bajaran jî partîyên siyasî yan berbijar dikarin heya 10’ê Nîsanê serlêdanê bikin.

Dema jibo serlêdanên awarte jî heya 14’ê Nîsanê ye.

Navenda YSK ya li Enqerê piştî temambûna wê pêyvajoya destnîşankirî wê encamên herî dawî yên hilbijartiên heremî tên Tirkîyê dîyar bike.

XS
SM
MD
LG