Cîgirê Serokê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Alî Îhsan Yavuz bi preskonferansekê ragihand ku ew bi hin partîyan re danûstandinê dikin.
Yavuz got ku ewê îro Duşemê serdana Partîya Doza Azad (Huda-Par) bikin.
Huda-Par dîyar kir ku ewê di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî bidin berbijarê Hevbendîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan.
Xêncî Huda-Par, partîyên wek Partîya Çep ya Demokratîk (DSP) jî bi AKP’ê re danûstandinê dikin.
6 partîyên muxalefetê li hember Hevbendîya Gel, di Hevbendîya Netew de kom bûne û berbijarê wan Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ye.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hin partîyên çep re di Hevbendî Ked û Azadîyê de ye û hîn ne dîyar e ku ew hevbendî dê berbijarekî serokomarîyê derxe yan ne.
Jêder: NTV