Li eyaletên Amerîkî Kentucky, Mississippi, Ohio û Virgina îro Sêşemê hilbijartinên giştî têne kirin.
Li Kentucky û Mississippi hilbijartina walîtîyê heye û li Kentucky walîyê niha Andy Beshear wê hewil bide ku posta xwe biparêze. Beshear Demokrat e, lê Kentucky wek eyaleteke bi giranî Komarî tê zanîn.
Li Mississippi jî walîyê Komarî Tate Reeves dixwaze careke din were hilbijartin û hevrika wî yê Demokrat Brandon Presley e ku pismamê stêrkê efsaneyî yê Amerîkî Elvis Presley e.
Mijara jiberbirina zarokan anku kurtaj jî di vê hilbijartirtinê de cîhekî girîng dilîze û li Ohio hilbijer wê ser garantîkirina mafê berbirina zarokan dengên xwe bidin.
Li Virginia ku cîrana paytexta Amerîka, Washington, DC ye, hilbijer wê biryar bidin ku Komarîyan ku dijî mafê kurtajê sînordarkirinên nû bikin yan ne.
Di vê demê de ki jibo hilbijartina yekê ya jibo namzetîya hilbijartina seroktîya ya 2024an li eyaleta Iowa kêmtor ji 10 hefte mane, Komarî û Demokrat hilbijartinên îro ji nêzve dişîopînin ku ka hilbijer çawa li hilbijartinên Qesira Sipî û Kongresê dinêrin.
Li istana Virginia jibo her du beşên parlamana herêmî hilbijartin hene ku li Civata Nûneran Komarî û li Civata Senatoran jî Demorkat bi ferqeke biçûk piranîyê kontrol dikin.
Kontrola her yek yan her du beşan dikarin bikevin destê partîyekê û îhtîmal heye ku Komarî hikûmeta eyaleta Virginia bi tevahî bixin bin kontrola xwe.
Ger ew îhtîmal pêk were, walîyê Virginia yê Komarî Glenn Youngkin wî bikaribe jiberbirina zarokan ya piştî hefteya 15an (xencî keysên tecawiz, însest û xeterbûna jîyana dayikê) qedexe bikie.
Berbijarên Demokrat di kempeynên xwe de bi giranî li ser mafê kurtajê sekînin û ew mijar wek êrîşeke ser azadîya jinan dibînin.