Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya El Al ya Îsraîlî jî Firînên Çînê Radiwestîne


Kompanîya firînê ya Îsralîî El Al îro Pêncşemê ragihand ku ew firînên ji Pekînê re heta 25'ê Adarê radiwestîne, piştî ku vîrusa korona ya kujer li wî welatî belav dibe.

Berê jî şîrketên navdar yên wek British Airways, American Airlines û Air India jî firînên Şînê sekinandibûn.

Hikûmeta Çînê demeke zûtir ya îro ragihandibû ku hejmara kesên ku jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bûye 170 û ew virus heta niha di canê 7711 kesan de hatiye dîtin.

Çînê herwiha dabû zanîn ku 81000 kesêm din jî jiber gumana wê nexweşîyê di bin çavdêrîyê de ne.

Vîrusa korona li Wuhan ya eyaleta Hubei derketibû û ji wir li seranserê Çînê belav bûbû.

XS
SM
MD
LG