Rêvebirîya Filîstînê ya li Kenara Rojava xebatên televîzyona El Cezîre ya Qatarê bi sedema belavkirina "ragihandinên azirandinê," bi awayekî demkî li herêmê rawestand, Ajansa nûçeyan ya Filistînî WAFA Çarşemê ragihand.
Wezîrên çand, navxwe û ragihandinê biryar bi hev re girtin jiber ku televîzyonê materyalên ku "şaş û gurkirina pevçûnan" belav dikir, WAFA got, bêyî dayîna zêdetir hûrgulîyan.
Di fermana ser rawestandina xebatên El Cezîre hat dîyar kirin ku biryar demkî ye lê tarîxek bidawîbûna qedexeyê nehat eşkere kirin.
Rêvebirîya Filîstînê ya li Kenara Rojava, hefteya borî El Cezîre rexne kir, ser nûçeyên televîzyonê yên di derbarê pevçûnên di navbera hêzên ewlehîyê yên Filîstînî û mîlîtanên de li kampa Cenîn ya di bin kontrola Îsraîlê de.
El Cezîre, biryar wek "hewlek e ku jibo wê ji ragihandina bûyerên berbiçav li herêmên dagirkirî asteng bike", şermezar kir.
El Cezîre bang li Rêvebirîya Filîstînê kir ku biryarê betal bike û rê bide rojnamevanên torê ku bi azadî ji Kenera Rojava bê tirs nûçeyan ragihînin.
Nayê çaverêkirin ku heman biryar li Gazayê derbazdar be, jiber di bin kontrola
Hamasê de ye û Rêvebirîya Filîstînê ne desthilatdar e.
Fetîh, koma ku Revebirîya Filiîstînê ya Kenara Rojava kontrol dike, got ku El Cezîre di "welatê me yê Ereb bi giştî û li Filistînê bi taybetî" dabeşbûnê diçîne.
Komê herwiha bang li Filîstînîyan kir ku bi tora El Cezîre re hevkarîyê nekin.
Artêşa Îsraîlê di Îlonê de avêtibû ser avahîya El Cezîre ya li bajarê Ramallahê ya Kenara Rojava û biryara girtina wê dabû.
Îsraîl di Gulanê de biryara qedexekirina kar û weşana El Cezîre li wî welatî dabû û gotibû ku ew jibo ewlekarîya Îsraîlê gef e. Piştre dadgehê ev qedexe erê kir.
Jêder: Reuters