Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir, Urdun û Îraq jiber Operasyonên li Lubnanê Îsraîlê Şermezar Dikin


Misir, Urdun û Îraqê îro Çarşemê ragihand ku jibo gurbûna girjîya li herêmê bisekine divê ‘’êrîşvanîya Îsraîlê ya dijî Gaza’’ bisekine.

Her sê dewletan piştî civîna wezîrên wan yên derve bi daxuyanîyeke hevbeş operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Lubnanê şermezar kir û got ku ew dewlet herêmê dibe ber şerekî berfireh.

Wezîrên her sê dewletan bang li Civata Giştî ya Netweyên Yekbûyî û civaka navnetewî kir ku jibo sekinandina şer hin gavan biavêjin.

Îsraîl di rojên dawî de êrîşên berfireh dibe ser çekdarên Hizbullahê yên Lubnanê.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin ku Hizbullah bi roketan êrîşan dibe ser bakurê Îsraîlê û ew bi êrîşên dijî wê rêxistinê dixwazin Îsraîlîyên ku ji bakurê welêt revîne, vegerînin malên wan.

Hizbullah piştî êrîşên Hamasê yên dijî Îsraîlê yên 7’ê Cotmeha sala çûyî dest bi êrîşên dijî Îsraîlê kir, ku di encamê de li gor Îsraîlîyên 1200 kes hatibûn kuştin û 250 kes jî dîl hatibûn girtin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 41,495 kes hatine kuştin û pirtir ji 96,000 kes birîndar bûne.

Wezareta Saxlemî ya bin kontrola Hamasê ser hejmaran ranagihîne ku ji wan çend sîvîl in û çend çekdar in.

Hamas do Sêşemê dîyar kir ku ew li benda Neteweyên Yekbûyî (NY) ku jibo sekinandina şerê li Gaza demûdest hin gavan biavêje.

Hem Hamas û hem jî Hizbullah, ku ji alîyê Amerîka û dewletên Ewrupî wek rêxistinên terorî yên bi piştgirîya Îranê têne dîtin, sond xwarine dawî li dewleta Îsraîlê bînin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG