Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dronekê ku ji Misirê Çekan Dibirin Gazayê, Anî Xarê


Polîsên Îsraîlî piştî êrîşeke dronî li cîhê bûyerê (Arûîv)
Polîsên Îsraîlî piştî êrîşeke dronî li cîhê bûyerê (Arûîv)

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku wê roja Çarşemê dronek gêr kir ku ji Misirê bi qaçaxî çekan dibirin Îsraîlê.

Karbidestên Îsraîlî di dema şerê li Gazayê de îdia dikir ku Hamas ji tunelên ku di bin sînorê herêma Sîna ya Misirê re derbaz dibin, jibo qaçaxçîtîya çekan dixebitîne.

Lê, hikûmeta Misir dibêje ku wê çend sal berê torên tunelên ku ber bi Gazayê ve diçûn rûxandin û devereke parastî û kelehên sînorî ava kir ku rê li ber qaçaxçîtîyê çekan bigire.

Artêşa Îsraîlê di destpêka meha Cotmehê de jî ragihandibû hêzên wê hewileke qaçaxçîtîya çekan ji Misirê pûç kir û dronekê ku çek û guleyan dibirin Gaza, anî xwarê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG