Di Peqîna Efrînê de Gelek Kuştî û Birîndar Hene
Îro danê sibê peqîneke tund li nêzî çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê rû da û bi dehan kes hatin kuştin.
Li gor çavkanîyên ji hindurê Efrînê, peqîn bi rêya makîneyeke bombebarkirî pêk hatiye û di encamê de herî kêm 10 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.
Çavkanîyan dîyar kir ku ti alîyekî peqîn negirtiye ser xwe, herwiha zerareke mezin giheştiye xanî û dîkanên derdora cîhê peqînê.
Her li herêma Efrînê, li nahîya Şera û piştî çend seetan ji peqîna sibê, mayîneke bi erebeyeke leşkerî ya komeke çekdar de hat peqandin.
Di encama wê de hate ragihandin ku 3 çekdar birîndar bûn.
Dîsa di çarçoveya ji hevketina rewşa ewlehîyê li deverên di bin destê Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê de peqînek li bajarê Ezazê çêbû û çekdarên koma El-Cebha El-Şamîyê kire armanc.
Li bajarokê Raî jî li pêş navendeke koma çekdar Sultan Murad peqînek bi motosîklekê çêbû û hejmarek kuştî û birîndar hene û nehat zanîn hejmara wan çend in.
Hêjayî gotinê ye ku li herêmên Tirkiyê dest daniye ser her dem peqîn rû didin, çalakvan vê yekê weke jihevketina rewşa ewlekaîyê nîşan didin.