Efrînîyên ku li penageha Şehba derbider bûne, dîsa dûr ji cih û waran, eyda Ramazanê bi hesreta Çîyayê Kurmênc pêşwaz kirin.
Derbideran di sibeha roja îdê ya yekê de serdana goristana pakrewanan ya li gundê Ehrezê kirin, kulîlk danîn ber goran û cangorî bi bîr anîn.
Çend derbider ji Dengê Amerîka re hestên xwe parve kirin û kiryarên ji alîyê komên çekdar ve derheqê goristanan li Efrînê qewimîne, şermezar kirin.
Murad Ebdulrehîm got: “Tirkîyê li Efrînê mezargehên pakrewanên me rûxandin, lê ne tenê ev binpêkirin pêk anî, ku her tişt rastî destdirêjîyê tê, mal, zevî, zeytûn, … hwd, ma ev Îslamtî ye?”.
Zeyneb Hesen jî dibêje ku ev sê sal in ew ji Efrnê dûr in. “Şehîdlikên me li Efrînê hemû rûxandin, tirbê zarokên me xirab kirin, êş kirin dilê dayîkan, lê dîsa em şehîdên xwe bibîr tînin, emê li ser şopa wan bin ta vegerin Efrînê”.
Menan Elî jî got ku tiştê çetin û biêş ew e ku nikanin di îdê de serdana goristanên pakrewanan bikin. “Em dûr in ji Efrînê, lê yên li hindur mane jî nikanin serdana goristanan bikin, ne tenê jiber gefê, lê çimkî goristan xirab kirin û nîşaneyê wan ji navbirine, ev tişta me pir dêşîne”.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku artêşa Tirk û komên çekdar yên bi ser wê ve, her sê mezargehên cangorîyên Kurd li gundên Kefirsefrê, Metîna û Keferşîlê li herêma Efrînê ji nav birin û rûxandin, herwiha gelek tirb û goristanên din jî xirab kiribûn.