Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrînê li Penabertîyê Bawernameyên Xwendinê Wergirtin


Zarokên Efrînê li Şehba Bawernamên Xwe Yên Xwendinê Werdigrin
Zarokên Efrînê li Şehba Bawernamên Xwe Yên Xwendinê Werdigrin

Li herêma Şehba hejmarek mezin gelê Efrînê lê bûye penaber, jibo şagirt û xwendekarn şahîyek hate li dar xistin, tê de karnameyên dawîya sala xwendinê û dîyarî li zarokan hatin belav kirin.

Jiber êrîşa Tirkîyê û komên tundrê bi ser hêrêma wan de bi hezaran zarokên Efrînê ji temamkirina werza duyê ji sala xwendinê bêpar mabûn.

Di meha Nîsanê de Komêteya Perwerdê di Rêvebirîya Xweser de biryar dabû sala xwendinê li gund û kampên Şehba temam bike li gor Fadil Çawîş rêvebirê dibistana kampa Fafîn ji mer ragihand.

Dor sîstema perwerdê Çawîş got ku fêrbûn bi zimanê dayîkê ango Kurdî hate dayîn bi heman rêbazên li Efrînê dihatin meşandin berî êrîşa Tirkîyê û ev agahî parve kirin: “Hemû madeyên xwendinê weke li Efrînê hatin dayîn, di nava 3 mehan de şagirtan wane wergirtin û niha karname tên belav kirin”.

Çawîş xwendekarên serkeftî pîroz kirin ku tevî astegî û rewşa kambax ya jîyana penabertîyê, lê wan dikarîbû sala xwendinê temam bikin, û wiha domand: “Hewa germ bû, zarokan cefa di bin çadiran dît, me hewil da alîkarîya wan bikin tevî çi sazîyan destek neda me”.

Zarokên Efrînê li Şehba Bawernamên Xwe Yên Xwendinê Werdigrin
Zarokên Efrînê li Şehba Bawernamên Xwe Yên Xwendinê Werdigrin

Zarokên ku sala xwe ya perwerdê bi dawî kirin jî bi dilekî şah karnameyên xwe wergirtin, û spasîya mamosteyên xwe kirin û hêvîyên xwe jibo vegera Efrînê û dibistanên xwe anîn ziman.

Hêjayî bi bîrxisitnê ye ku di 5 salên borî de hemû sîstema perwerdê li Efrînê bi zimanê Kurdî dihat meşandin, û ev cara yekê bû ku Kurdên Sûrîyê bi zamên xwe fêr dibûn, û piştî girtina Tirkîyê ji Efrînê re bi deh hezaran zarok ji refên xwedinê dûrketibûn.

XS
SM
MD
LG