Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrînê Gefên Tirkîyê Şermezar Dike


Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrînê derbara gefên Tirkîyê yên nû li ser bakurê Sûrîyê de, daxuyanîyek da bîragiştî.

Daxuyanî li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî lê dimînin hate xwendin, tê de bal li gefxwarina Tirkîyê hate kişandin ku dixwaze operasoyonên leşkrî li dijî herêmên Minbic û Til Rifatê pêk bîne.

Daxuyanîyê di vê derbarê de bêdengiya navdewletî û di serî de dewletên garantor li Sûriyê şermezar kir.

Her di vê çarçovayê de cîgirê hevserokê kantona Efrînê Mihemed Ebdo helwesta xwe wiha şîrove kir:

“Tirkîyê gefan li herêma Şehba ku bi deh hezaran derbiderên Efrînî lê bicih bûne dixwe, dixwaze dîsa êrîş bike, ev herêm di bin serwerîya Rûsya weke garantor û rejîma Sûrîyê de ye, lê ew dengê xwe nakin û bêhelwest in, her çiqas Tirkîyê gelek deverên bakurê Sûrîyê dagir kirine”.

Herwiha Ebdo bal kişande ser armancên Tirkîyê ji gef û êrîşên ser bakurê Sûrîyê, “Bi bihaneya vegera penaberan dixwaze guhertina demografîk li herêmên Kurdî pêk bîne, loma komgehan ava dike û xelkê ji deverên din lê bicih dike”.

Wî dîyar kir ku ew ne li dijî vegera penaber in lê: “Divê her penaberek vegere cihê ew jê ye anku devera xwe ya resen, ne ku li Efrînê werin bicih kirin”.

Ji alîyê xwe ve Bêrîvan Xelîl hevseroka desteya perwerdeyê di Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrînê de nerazîbûna xwe ji êrîşên Tirkîyê nîşan da.

Xelîl got ku tevî koçberîya gelê Efrînê ber bi herêma Şehba ve lê hîn jî gef li dijî wan tên xwarin: “Erdogan tu mafê mirovan nas nake, dixwaze timî şer berdewam bike, loma helwesteke navneteweyî li hemberê tê xwestin ku êdî bes e xwîn were rijandin”.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkîyê vê dawîyê careke din gefa êrîşa ser deverên bakurê Sûrîyê xwarîye, ku êrîşên bi dronan û topbaran bi mûşekan li seranserê bereyên bakur rojavayê Sûrîyê anku li tixûbên Efrîn, Şehba û Minbicê zêde bûne.

NR_06_07_2022_Daxuyanî_Gefên_Tirkî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG