Di nava meha borî de artêşa Tirk û komên îslamî yên tundrê çend car êrîşî Kantona Efrînê û Herêma Şehba kirin.
Di nav çend rojên borî de jî hin raport hene ku liv û tevgera artêşa Tirk li rojhilata Efrînê zêde bûye û ew wek nîşaneyekê amadekarîya êrîşeke ser Efrînê û Herêma Şehba tê dîtin.
Çalakvanê sîyasî Behmend Hesen dibêje, "Tirkîye dixwest beşdarî şerê Reqayê bibe, lê HSD'ê ew şer bi rê ve bir û Kurd pêş ve diçin, loma Tirkîye bê par ma."
Rojnamevan Sîma Omer ji bawer dike ku armanca Tirkîye ew e ku herêmên Bab û Ezaz bi Îdlibê ve girêde û dîsa xwe bigehîne Helebê.
Nivîskar Temuz Şemalî ku endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk e, amadekarîyên Tirkîyê di çarçova hewildanên Tirkîye, Îran û rejîma Sûrî jibo astengkirina projeya federalîzma Bakurê Sûrîyê şîrove dike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa Tirk di Tebaxa sala borî de derbazî nav sînorê Sûrîyê bû û li herêmên navbera Efrîn û Minbicê de bi cîh bû. Artêşa Tirk li van herêman piştevanîya hin komên îslamî yên oposîzyonê dike ku ew jî êrîşên hevbeş yên bi çekên giran tînin ser herêma Efrînê.