Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdurahman Selman: Li Efrînê Çeka Herî bi Bandor Gelê Me Ye


Gelê Efrînê
Gelê Efrînê

Di vê demê de ku êrîşên artêşa Tirkîyê û hevpeymanên wê yên opozisyona Sûrî li ser Efrînê berfireh dibin, şer li hemû enîyan li dijî şervanên YPG'ê dijwar dibe.

Tevî ku sembolîk be jî, hin yekîneyên gelêrî yên aligirên rejîma Sûrîyê jî bo parastina sînor giheştin Efrînê.

Berpirsê têkîlîyên dîplomasî yên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Efrînê, Ebdurahman Selman dibêje ku şer didome û Tirkîye çek û teknîka herî pêşkeftî bi kar tîne û YPG jî bi çekên normal li ber xwe dide.

Selman helwesta Rûsya rexne dike û bang li civaka navnetewî û sazîyên mafên mirovan dike ku li hember wêrankarî, êrîş û qetlîaman bêdeng nemînin.

Selman dibêje ku ew di şer de hêzê ji gel digirin.

"Di çeperên ku şer tê de pir germ e, qehremanîya gelê me hat dîtin û gel berê xwe da wan çeperan. Wan teknîka herî pêşketî ya dijmin da sekinandin. Ya rast çek û teknîka herî pêşketî û bi bandor gel bi xwe ye."

Hevpeyvîn ligel Edurahman Selamn Berpirsê Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEM'ê li Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:07 0:00

XS
SM
MD
LG