Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Nûçeyên Ser Talana li Efrînê Fikaran Çêdikin


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku jiber agahîyên ji Efrînê tên ketine fikarên kûr.

Nauert bal kişand ser nûçeyên derbarê talana li Efrînê.

‘’Ser gefa êrîşkirina Artêşa Tirk û çekdarên ku Tirkîye piştgirîya dide wan, tê fehm kirin ku Efrîn, ku piranîya wê Kurd e, hatiye vala kirin’’ Nauert got.

Nauert da zanîn ku li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sed hezaran sîvîl ji Efrînê derketine û hewcedarîya wan bi derman, xwarin û warên ku lê bimînin heye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku wan çend caran fikarên ser Efrînê ji Tirkîyê re gotine.

Nauert bi bîr xist ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hevalbenda Amerîka ye û dîyar kir ku operasyona Tirkîyê bala li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) belav dike.

XS
SM
MD
LG