Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Topbarana Tirkîyê de 2 jê Zarok, 10 Sîvîl Bûn Qurbanî


Artêşa Tirk careke din bi dijwarî navçeyên Herêma Şehba topbaran kirin, jiber topbaranê 2 jê zarok, 10 sîvîl bûne qurbanî.

Bi dehan topên hawan û muşek li bajarokê Arfad û gundên Şêx Îsa, Ehres, Hirbil û Kefer Nasih ketin.

Di encama topbaranê de, ku ta amadekirina vê raportê didome, li Arfad 2 kes jîyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn. Herwiha li gundên Şêx Îsa û Ehresê jî 4 kes birîndar bûn û bew ji nexweşxaneya Avrîn ya li Efrînê re hatin rakirin.

Li hember êrîşan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Şoreşgeran bersîv didin didin û deverên topbaran jê tê, armanc dikin.

Birûsk Heseke
Birûsk Heseke

Yek ji fermandarên YPG'ê Birûsk Heseke wiha ji Dengê Amerîka re ragihand ku topxaneya artêşa Tirk sîvîl kirin armanc.

“Artêşa Tirk bi zanabûn kesên sîvîl armanc digire jiber ku di êrîşan de ti çeperên YPG'ê û Artêşa Şoreşgeran nehatin armanc kirin. Armanca wê acakirina fitne di navbera me û gel e"

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev cara duyê ye di vê mehê de ku sîvîl li Kantona Efrîn û Herêma Şehba dibin qurbanîya topbarana artêşa Tirk.

NR_7_10_17_Efrin_Sehba
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG