Parlamentoya Ewrupa (PE) bernivîsa ser rewşa Sûrîyê, bi dengdana li Strasbourgê pejirand.
Berî dengdanê, ser daxwaza Çepgirên Yekbûyî yên Ewrupa, ku ji komên komunîst û neo-komunîst yên PE çêbûye, hevokên ser Efrînê bi awayekî tundtir hatin nivîsîn.
‘’PE, jiber maytekirina Tirkîyê li herêmên ku di destê Kurdên Sûrîyê de ne, ketîye fikarên kûr’’ li bernivîsê hat zêde kirin.
Li gor biryarê, operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê kêşeya li hêrêmê kûrtir dike û li ser hewildanên çareserîyê jî bandoreke neyênî çêdike.
Parlamentoya Ewrupa bang li Enqerê kir ku ku operasyona Efrînê rawestîne û ji hemî alîyên din jî xwest ku bala xwe bidin ser rêxistinên terorîst yên di lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne.
PE da zanîn ku bûyerên li Efrînê û gurbûna girjîya di navbera Tirkîye û Amerîka de girjîyan çêdike.
PE ji Tirkîyê xwest ku di çareserkirina kêşeya Sûrîyê de roleke avaker bilîze.
PE’ê, di biryarê de Rûsya û Îran jî jiber piştgirîya bo rejîma Esad rexne kirin.