Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîhrîcana Mîtan li Efrînê bi Karnavalekê Destpê Kir


Mîhrîcana Mîtan ya Şano li Efrînê bi karnavalekê destpê kir. Bi armanca vexwendina gel ya bo mîhrîcanê, roja Yekşemê karnavaleke hunerî li kolanên Efrînê hate gerandin.

Di karnavalê de tevî şanogeran, bi dehan endamên sazîyên çandî li Efrînê beşdar bûn û bi mask û cilûbergên xwe yên rengûreng gel vexwendin pêşandanên şano yên mîhrîcanê.

Hîwa Betal, endama komîta amadekar ya mîhrîcanê dibêje ku du dewreyên mîhrîcanê bi serkeftî derbaz bûn û niha jibo dewreya sêyê ew bi karnavalê destpê dikin da ku gel bi mîhrîcanê haydar bikin.

"Roja Duşemê mîhrîcan bi fermî destpê dike û şano li ser dikê tên pêşandan. Hêvîya me ev e ku gelê Efrînê li şanogehê amade be û mîhrîcan bi dilê wan be".

Hêjayî gotinê ye ku Mîhrîcana Mîtan ya Şano, ku cara yekê di 2014’an de pêk hatibû, ji alîyê Desteya Çandê ya Kantona Efrînên ve tê darxistin.

Mîhrîcana ku di 13’ê Mijdarê de destpê dike, li ber e heta 26’ê mehê berdewam bike.

XS
SM
MD
LG