Rêvebirîya Xweserî li Efrînê ji hikûmeta Sûrîyê xwest ku herêma Efrînê ji êrîşên esmanî yên Tirkîyê biparêze, jiber ku Efrîn û herêmên Kurdî bi tevahî beşeke nexşeya Sûrîyê ne.
Endamê desteya rêvebir ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Mûnîr Şêxê dibêje ku divê Şam bi erka xwe rabe.
"Herêmên Kurdî beşeke ji nexşeya Sûrîyê ne û parastina sînor erka dewelata Sûrîyê ye. Jiber wê, bang li wan hatiye kirin ku ne jibo ku derbasî Efrînê bibin, lê tenê sînor ji êrîşên esmanî yên Tirkîyê biparêze."
Şexê derbarê helwesta civaka navnetewî jî rexne kir ku ti liv nehatine kirin û Rêveberîya Xweser, jiber ku di bin sîwana Rûsya û Tirkiyê de ye, biryar daye ku tev li civîna Soçî nebe.