Ji dema dagirkirina Tirkîyê ji herêma Efrînê re sala 2018an, şûnwar û cîhên dîrokî li herêmê rastî zêdegavî û binpêkirinên berfireh tên.
Li Efrînê bi dehan gir û cîhên şûnwarî hene, ku pir ji van cîhan di nava Lîsteya Kelepora Cîhanî ya UNESCOyê de ne, herwiha vedigerin serdem û şaristanîyên kevnar, weke Şikefta Duderî, Keleha Horî (Sîros), Gir û Perestgeha Eyndarê, Berad û Bajarên Bîrbûyî li Çîyayê Lêlûn, … hwd.
Hin raportên hiqûqî û şûnwarî dîyar dikin ku, şûnwar û cîhên dîrokî li Efrînê bi awayekî sîstametîk tên kolandin, rûxandin û gencîneyên tê de tên dizîn.
Çalakvanên Kurd van kirinan dixin çarçoveya hewldanên Tirkîyê ya pêkanîna guhertina demografîk li Efrînê û jinavbirina nasnameya wê ya Kurdî.
Jibo gotûbêjkirina rewşa şûnwarên Efrînê û zerarên pê hatine di nava 6 salan de piştî dagirkirina Tirkîyê ji Herêmê re.
Selah Sîno, Şûnwarzan û Hevserokê Kargêrîya Şûnwara li Kantona Efrîn û Şehbayê, mêvanê beşê yekê yê Mijara Rojê ye.
Herwiha di beşa duduyê ji Mijara Rojê de du mêvan hene:
Gulistan Sîdo, Lêkoler û xwendekara doktorayê li Peymangeha Netewî ya Ziman û Şaristanîyên Rojhilatî (INALCO) li Parîsê.
Nûrşan Husên, Endama rêvebirîya Navenda Şêwirmendîya Dîplomasî li BR-Sûrîyê û Hevseroka berê a Desteya Şaredaiyan li Kantona Efrînê.
Bi wan re gef û metirsîyên li ser nasnameya Efrînê tê gotûbêj kirin, ku ne tenê cîhên dîrokî û şûnwarên şênber tên armanc kirin, lê çand û kelepora razber jî ku hêmanên sereke yên nasnameyê ne, ji alîyê Tirkîyê ve li Efrînê birêkûpêk tên armanc kirin.
Jibo guhdarkirina tevahîya bernameyê kerema xwe fayla deng vekin.