Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Komên Çekdar Li Efrînê Bacan Li Ser Rezên Welatiyan Disepînin


Zevî û Rezên Zeytûnan
Zevî û Rezên Zeytûnan

Cotkarên Kurd li herêma Efrînê jibo karibin berhema rezan ji pelên tirî berhev bikin, neçarî dayîna bacê dibin.

Li gor çavkanîyên xwecihî ji herêmê, komên çekdar dest datînin ser mewsima rezan û pereyan ji cotkaran distînin.

W.R. gundîyek ji nahîya Bilbilê ya Efrînê ye, ku ji ber sedemên ewlekarîyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re got ku, “Çekdaran şênîyên gundê me berî mewsimê kom kirin û hişyarî dan wan ku her malbatek bixwaze pelên tirî (çilo) berhev bike, divê ruxsetê ji çekdaran bistîne û bacê bide”.

Wê herwiha da zanîn ku, “Bi hinceta parastina zevîyan ji dizînê, ew pereyan ji me distînin, lê ew bixwe didizin û kerîyên pezan berdidin nava baxçeyan, em nikarin gilîyê jî li wan bikin, pir kesên nas gilî kirin lê hatin girtin û mewsima wan bi temamî talan bû”.

Çavdêr û rêxsitinên mafên mirov destnîşan dikin ku komên çekdar yên di nava “Artêşa Netewî ya Sûrî” de ne û nêzîkî Tirkîyê ne, di her werza çandinîyê de givaşan li cotkarên Kurd yên li Efrînê dikin û bi rêbazên cuda dest datînin ser berhemên mewsiman.

Parêzer û endamê Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê Îbrahîm Şêxo dîyar kir ku koma çekdar “Silêman Şah – El-Amşat” yek dolar û nîv bac li ser her mêweke rezan li nahîya Şîyê sepandîye. Herwiha koma “Feyleq El-Şam” li nahîyên Reco û Bilbilê nîvê berhema rezan yên şênîyên koçber ji xwe re biriye.

Şêxo da zanîn ku ev kiryar di çarçoveya sîyaseteke aborî ya sîstemetîk de pêk tê, “Ofîsa aborî ya koma bi navê “El-Hemzat” li navenda Efrînê û 13 gundên derdorê, hemû zevîyên şênîyên koçber ku xizmên wan bi rêya wekaletê birêve dibirin, jinûve jimartin, herwiha li ser her mêw û darekê 10-15 dolar bac sepandin”.

Wî her wiha got, “Li nahîyayên Bilbilê, Reco, Mabeta û Şera jî komên bi navê “El-Şerqîyê” û “Siqûr El-Şemal, jimartina zevî û wekaletan dikin jibo sepandina bacan û destdanîna ser hin arezîyan ku wekaleta wan hatî sekinandin”.

Tê zanîn ku herêma Efrînê bi çandina daran navdar e, bi taybetî zeytûn û rezên tirî ku jêdera serekî ya debara jîyana gelê wê ne.

Li gor pêzanînên aborî, li Efrînê 18 mîlyon dar zaytûn hene, herwiha 5 mîlyon mêweyên tirî hene, û dahata wan salane bi dehan mîlyon dolar e.

Çavdêr dîyar dikin ku ji dema Tirkîyê Efrîn sala 2018an dagîr kiriye, komên çekdar dest danîne ser beşeke mezin ji berheman û xwe pê fînanse dikin.

Çalakvan û rojnamevan Ahmed Qitmê bal kişand ku her berhemeke çandinî gelê Efrînê pê debara xwe dike, dikeve bin givaşê û armanca komên çekdar ji danîna van astengîyan şîrove kir.

“Ew dixwazin derfetên kar teng bikin ku şênîyên Efrînê nikaribin pêdivîyên rojane peyda bikin, daku berê wan bidin koçberîyê, ev jî dikeve çarçoveya armanca Tirkîyê ya pêkanîn guhertina demografîk li herêmê û bicîhkirina bîyanîyan li şûna Kurdan”, Qitmê got.

Hêjayî bîrxisitnê ye ku rêxistinên mafên mirov weke HRW, Amnesty û SOHRê, herwiha Komîteya Lêkolînê ya NY ya Taybet bi Sûrîyê, di raportên xwe de bal kişandine ser sûc û binpêkirinên berfireh û giran derheqê gelê Efrînê û xwezaya wê de, ku dikevin çarçoveya sûcên şer û yên dijî mirovahîyê de.

Raporta Efrîn 08-05-2024.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00
XS
SM
MD
LG