Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Çekdar li Efrînê Gundekî Êzîdîyan Dikin Wargeha Xwe


Komên Çekdarên Îslamî li Efrîn Wargeha Xwe li Gundekî Êzidiyan li Efrînê Ava Dikin
Komên Çekdarên Îslamî li Efrîn Wargeha Xwe li Gundekî Êzidiyan li Efrînê Ava Dikin

Pêvajoya avakirina komgehan li herêma Efrînê jibo bicîkirina malbatên komên çekdar berdewam dike.

Girêdayî vê mijarê rêvebirê sazîya Êzîdîna Elî Îso da zanîn ku li gundê Şadêrê yê Êzîdî li nahîya Şêrewa, dest bi qonaxa duyê ya avakirina komgeha bi navê Besma hatiye kirin, ku sala par qonaxa yekê bi dawî bûbû.

“Bi sedan xanî li van komgehan hene, malbatên komên tundrê tê de wê werin bicîh kirin, ku ev yek di bin kontrola Tirkîyê de ye û biryara niştecîkirinê ya wê ye”.

Her di vê derbarê de çavkanîyên agahdar dîyar kir ku komgeha navborî li ser zevîyê welatîyekî Kurd tê ava kirin, navê wî Zîyad Hebîb e û rûbera zevîyê wî 10 hezar metrên duca ye, ku çekdaran dest danîbûn ser.

Îso herwiha eşkere kir ku qonaxeke sisêyan jî hîn heye û wiha pêde çû:

“Li gundê Kanî Dînkê ku nêzî Şadêrê ye dîsa komgehek din dê were ava kirin, dest danîne ser zevîyekî, ku 60 avahî li ser dê tên ava kirin, ev yek jî di nava gundên Kurdan de ye”.

Wargeheke komên çekdar yên Îslamî li gundekî Êzidiyan li Efrînê
Wargeheke komên çekdar yên Îslamî li gundekî Êzidiyan li Efrînê

Her di vê çarçovayê de raportên hiqûqî eşkere dikin ku komelya Kuweytî ya bi navê El-Ayadî El-Baydaa fînanseya avakirinava komgehên li gundê Şadêrê dike, ew jî yek ji dehan komelên bi ser rêxistina Îxwan Muslîmîn ve ye, yên ku di bin çavdêrîya Tirkîyê de komgehan li Efrînê ava dikin.

Derheqa armanca vê kiryarê de Îso wiha got: “Tirkîyê dixwaze guhertina demografîk li Efrînê pêk bîne, hejmara Kurdan kêm bike da ku li Efrînê bibin kêmnetew, herwiha malbatên komên tundrê bibin xwedî erd, loma metirsîya vê yekê li ser paşeroja Kurdan li herêmê pir mezin e“.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku sazîyên mafê mirovan dest nîşan kiriye ku 300 hezar kes ji gelê Efrînê di encama êrîş û destdanîna Tirkîyê ser herêmê de hatin derbider kirin, li şûna wan 400 hezar Ereb û Tirkmen hatine bicîh kirin.

Herwiha ji bilî destdanîna ser mal û xanîyên şênîyên Kurd li Efrînê, ta niha 30 komgeha hatine ava kirin.

Raporta Efrîn 27 03 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00
XS
SM
MD
LG