Ji destpêka êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê, revenda kurdî li seranserî cîhanê derketine xwepêşandanan li dijî van êrîşan, ku bi girsayî piraniya partiyên siyasî û kesayetên kurdî beşdarî van xwepêşandanan bûne, da ku dengê xwe bighînin cîhanê.
Di derbarî karvdena bûyera Efrînê li ser revenda kurdî û helwesta siyasî ya partiyên kurdî li dervî welêt, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Zara Salih re kir, endamên desteya siyasî ya partiya Yekîtî .
Birêz Zara anî ziman ku, ev êrîşên li ser Efrînê li dijî hemû kurdan e û pêdevî bi yekrêziya kurdan heye di derbarî vê rewşa awarte de.
Herwiha jî di derbarî helwesta siyasî ya partiyên Kurdî li Sûriyê , birêz Zara dibêje: "Divê ku partiyên siyasî yên di rikeberiya Sûrî de ne, xwe jê vekişînin û helwesta xwe ron û zelel bikin di derbarî Efrînê de."