Tevî guhertinên li Sûrîyê, piştî ketina rejîma Beşar Esad û hatina Heyet Tehrîr El-Şam weke desthilateke defakto li Şamê, lê hin raportên hiqûqî behsa berdewamîya binpêkirinên berfireh ji mafên mirovan re li Efrînê dikin.
Di nava vê rewşê de çalakvanên Kurd wê pirsê dikin ku piştî guhertina li Sûrîyê bi ketina rejîmê re çêbûye, çima binpêkirin li Efrînê didomin.
Tê zanîn ku Tirkîyê li Efrînê serdest e û piştgirîya komên çekdar yên bi navê (Artêşa Niştimanî) dike, loma pirs tê kirin ku karbidestên Enqereyê ta çi radeyê di piştgirîya van koman de wê berdewam bin.
Herwiha hikûmeta defakto ya HTŞê li Şamê wê çawa danûstandinê bi Efrînê re bike, siberoja herêmê dê çawa be bi guhertinên ku li Sûrîyê çêdibin re.
Di van rojan de ku pir alîyên navnetewî behsa rola Kurdan li Sûrîyê dikin û hewlên yekrêzîya alîyên Kurdî jî tên dayîn, mijara ku derdikeve holê cîhê Efrînê wê li kuderê be û ji hêzên Kurdî çi tê xwestin, nemaze ku Efrîn herêmeke xwerû Kurdî ye û di salên borî de rastî guhertina demografîk hatibû.
Bernameya Mijara Rojê van babetan û xalên din gotûbêj dike.
Di beşê yekê de rewşa mafên mirov ligel du mêvanan tê niqaşkirin, ew jî: Îbrahîm Şêxo, parêzer û çalakvanê mafên mirovan û Şîyar Xelîl rojnamevan û edîtorê rojnameya Levant News.
Di beşê duduyê de jî rewşa Efrînê û siberoja wê ji alîyê sîyasî ve bi du mêvanan tê niqaş kirin: çalakvana jin Sebîha Xelîl û nivîskar Selah Alemdarî.
Jibo guhdarîkirina li Mijara Rojê, fayla deng vekin: