Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrînê li Pêş Navenda Rûsî Derketin Xwepêşandanê


Xwepêşandana Zarokên Efrînê li Hember Navenda Rûsî
Xwepêşandana Zarokên Efrînê li Hember Navenda Rûsî

Bi dehan zarokên Efrînê yên li herêma Şehba derbider bûne, xwepêşandanek li pêş navenda hêzên Rûsî ya li bajarokê Til Rifetê li dar xistin.

Zarokan di xwepêşandanê de pankart û siloganên pêwîsîtya parastina zarokan bilind kirin, wan daxuyanîyek bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî xwendin, piştre nameyek radestî berpirsên navenda hêza Rûsî kirin.

Di daxuyanî û nameyê de zarokan êrîşa Tirkîyê ya dijî Efrînê anîn ziman, ku jiber wê êrîşê zarok tev malbatên wan ji gund û malên xwe dûr ketine, û li Şehba koçber bûne.

Wan bi bîr xist ku dibistanên wan rastî topbaranê hatine û hevrêyên wan tê de bûne qurbanî, herwiha gelek zarokan dêûbavên xwe hinda kirin.

Zarokan nerazîbûna xwe ji bêdengîya Rûsî nîşan dan, ku li pêş çavên wan êrîş pêk tên û zarokên dibin qurbanî, herwiha mayîn bi gelek zarokan peqîyane û alîyên laşê xwe hinda kirine.

Dîsa zarokan xwestin vegerin Efrînê û tevî mirovên bicivin û bê tirs û tengasî bi hevrêyên xwe re di aramîyê de bilîzin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bi dehan zarokên Efrînî dema êrîşa Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirbûn, jîyana xwe ji dest dabûn yan birîndar bûbûn, ku hin ji wan bûne astengber, herwiha li Şehba jî zarok çend caran bûn armanca topbaranê.

Galêriya Wêneyên xwepêşandan Zarokên Efrênê:

XS
SM
MD
LG