Bi derbazbûna salekê di ser êrîşa artêşa Tirk û komên tundrê yê dijî Efrînê de, pêşangeheke hunerî li herêma Şehba destpê kir.
Di pêşangehê de 22 tabloyên cihêreng ku ji alîyê her du şêwekar Erdelan Îbrahîm û Henîf Hemo ve hatibûn xêzkirin, tên nîşandan.
Îbrahîm dibêje ku wî xwest her tiştên ku di berxwedana Efrînê de çêbû, bîne nav hunera xwe.
“Ji kuştina sivîlan û bombebarana firokan ta koçberîya gelê me di dil û mêjîyê me de maye, loma min hewil da vê êşê bi wêneyan belge bikim.”
Hunermend Mihemed Welîd ku serdana pêşangehê kir, hestên xwe wiha parve dike:
“Pir êş di tabloyan de hene. Îro destpêbûna êrîşên ser Efrînê tê ber çavên me, çi komkujî, talan û wêrankirin li Efrînê çêbûne, pêşangehê ew gî unatine ber çavên min.”
Efrînîyên ku li Şehba wek penaber dimînin, dibêjin ku pêşangehê bûye wergera êş û azarên ku ew dikşînin.
Xalid Hebîb pesna her du şêwekaran dike û dibêje ku xemgînîya Efrînîyan di wêneyan de belî ye.
“Şerê 58 rojan di wêneyan de xane dibe. Êşa di ramanê me de di wêneyan tê nîşandan, tevî xemgînîya me, em bi hêvî ne ku emê vegerin Efrînê”.
Pêşangeh wê 3 rojan bidome û li kêleka tabloyên hunerî, fîlmên belgeyî yên derheqa Efrînê tên nîşan dan, herwiha çend helbestvan jî dê helbestên xwe bixwînin.