Heft rêxistinên hiqûqî yên Kurdên Sûrîyê, bi daxwaznameyekê ji wezareta derve ya Amerîka xwest ku Artêşa Netewî ya Sûrî têxe nav lîsteya terorê.
Husên Nûro Naso, rêvebirê Desteya Qanûnî ya Kurdî, ku yek ji rêxistinên bi vê pêngavê rabûye, got ku wan ji Amerîka xwest ku Artêşa Netewî ya Sûrî têxe navlîsteya terorê ku bi ser opozisyona nêzî Tikrîyê ye û li Efrînê û herêmên Bakurê Helebê cîh digire.
Naso bal kişand ku jiber tawan û binpêkirinên Artêşa Netewî ya Sûrî, wan ew daxwaz ji Amerîka kiriye û Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî û Amnesty International jî ew kiryar belge kirine.
“Artêşa Netewî ya Sûrî karên terorîstî dike: ji kuştin, lêdan, revandin, talan, destdirêjîya seksî, şewitandina dar û zevîyan. Ew kiryar gîş tawanên şer û dijî mirovahîyê ne. Piranîya serbazên wê hêzê berê di komên terorîst yên wek DAIŞ, El-Qayde û Cebhet El-Nusra de endam bûn û belgeyên wan di destê me de hene”.
Naso got ku heman bingehên qanûnî ku hiştiye Pasdarên Îranê û Heyet Tehrîr El-Şam têkevin lîsteya terorê, li Artêşa Netewî ya Sûrî jî pêk tên.
“Ew hêz baskê rêxistina Îxwan Muslîmîn e. Amerîka jî hazirî dike ku wê rêxistinê têxe lîsteya terorê, loma ev yek dê daxwaza me pirtir rêwa dike,” Naso bi berdewamî got.
Wî da zanîn ku xencî Desteya Qanûnî ya Kurdî, Navenda Lêkolîn ya Qanûnî, Komîteya Mafê Mirovan li Sûrîyê, Komela Kurdî ya Parastina Mafên Mirovan, Rêxistina Mafê Mirovan li Sûrîyê, Navenda Dad ya Mafê Mirovan û Rêxistina Mahabad ya Mafê Mirovan ew daxwazname îmza kiriye.