Di meha Cotmehê de li herêma Efrînê gelek bûyer qewimîbûn û binpêkirina mafê mirovan û qewimandinên leşkerî li derdora deverê ddom kiribûn.
Girêdayî rewşa mafê mirovan, li gor ku Tora Afrin Post belge kiriye, di meha çûyî de 74 kes di nav wan de 14 jin in, ji alîyê serdestên Tirk û komên çekdar yên pêre, hatine girtin û revandin.
Torê eşkere kir ku jineke Kurd ya ducanî, navê wê Nimet Şêxo ye, rastî êşkenceyê di zîndana çekdaran de hatiye û jîyana xwe ji dest daye.
Her di meha çûyî de talan û desteserkirina mal û mulkê gelê Efrînê ji alîyê çekdaran ve dewam kir, di vê derbarê de hate ragihandin ku çekdaran dest bi dizîn û talankirina mewsima zeytûnan kiriye.
Li gor ku hatiye belge kirin, komên çekdar dest datînin ser darên zeytûnan yên Efrînîyên koçberkirî û rê nadin xizmên wan berhev bikin, herwiha baceke mezin li cotkarên Kurd disepînin û wan neçarî firotina zeytê bi nirxekî erzan dikin.
Di mijara guhertina demografîk de avakirina komgehan li Efrînê dewam dike, di 6ê Cotmehê de li gundê Şadêrê yê nahîya Şêrewa ku gundekî Kurdên Êzdî ye, komgehek jibo bicihkirina Ereban hate vekirin, ku komeleyeke rêxistina Îxwan el-Muslîmîn ya Kiweytî ew fînanseya kiriye.
Dîsa di meha çûyî de tevlihevîya ewlekarîyê li Efrînê dewam kir, di 11ê Cotmehê de peqîneke mezin rûdabû, di encamê de 6 jê çekdar in 10 kes hatibûn kuştin, herwiha 16 jî birîndar bûbûn.
Rojek piştî wê peqînê, şer û pevçûn li taxa Eşrefîyê ya bajarê Efrînê di navbera herdu komên çekdar Ceyş el-Îslam û el-Cebha el-Şamîyê de rûdabû, di 16ê mehê de jî li bajarokê Şera pevçûn di navbera koma Melekşah û Sultan Murad de rûdabû.
Hêjayî gotinê ye ku komên çekdar pirî caran û ji ber nakokîya li ser dabeşkirina dizîn û talanîyê bi hev dikevin.
Bûyerek din di meha borî de deng vedabû, ew jî vedîtina kargeheke madeyên hişbir li Efrînê bû, ku malpera Al-Monitor di raporteke xwe de ragihandibû serkirdeyên komên çekdar bazirganîya madeyên hişbir dikin, herwiha çalakvanan diyar kiribû ku bêtir ji 10 kargehên wiha li Efrînê hene ku di bin çavdêrîya Tirkî de kar dikin.
Di warê leşkerî de, Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) di 7ê Cotmehê de çalakîyek li dijî bargehek artêşa Tirk li gundewarê Ezazê pêk anî, tê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin 3 jî birîndar bûn û erebeyeke zirxî hate rûxandin.
Di heman rojê de balafirên şer yê Rûsî gundekî nêzî bajarokê Marê bombebaran kirin, ku bargeheke artêşa Tirk li wê derê heye, û di 12ê mehê de balafirên Rûsî carek din derdora bajarokê Marê kirin armanc.
Ev bombebarana Rûsî di demekê de hatiye ku Tirkîyê gef xwaribû ewê êrîşekê li dijî deverê pêk bîne, ku li hemberî wê artêşa Sûrî jî liv û tevgera xwe li gundewarên bakurê Helebê, anku li herêma Şehba û derdora Efrînê zêde kiriye.