Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê derbarê rewşa girtîyên Efrînî yên li girtîgehên bin kontrola Tirkîyê, hişyarî da bîragiştî.
Rêxistinê bi daxuyanîyekê bal kişand ser rewşa girtîyan ya metirsîdar jiber belavbûna vîrusa korona.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê ji rêxistinên cîhanî xwest ku fişarê li Tirkîyê û çekdaran bikin da ku girtî werin berdan û rewşa wan ya tendirustî were baş kirin.
Berdevkê rêxistinê Îbrahîm Şêxo got ku rewşa girtîyan ne baş e û xizmetên tendirustî nayên pêşkêş kirin.
"Ew rê nadin malbatan ku serdana girtîyan bikin. Pir caran jî di bin êşkenceyê de girtî tên kuştin û pere ji malbatan tên xwestin jibo radestkirina termê wan”.
Şêxo hişyarî dide ku tevî belavbûna vîrusa korona, komên çekdar tu tedbîr nestandine. "Berûvajîya girtina tedbîran, di girtin û revandina sivîlan de berdewam in û ji 15 Adarê de 4 ji wan jin, 96 kes hatine revandin."
Dor girtîgeh û zîndanan wî ev agahî gotin: “Li Efrînê îro gelek zîndan hene, li Maratê du zîndan, li Reco, li navenda bajarê Efrînê dibistana Tîcare veguharandine girtîgeh, herwiha her komeke çekdar zîndanek wê heye ku pirtir ji 50 komî ne, tê de her cureya êşkenceyê tê kirin”.
Şêxo da zanîn ku girtîyên Kurd ne tenê li zîndanên komên çekdar ku li hindur Sûrîyê ne hene, lê beşeke mezin ji wan derbaz Tirkîyê bûne û li zîndanên wî welatî tê girtin.
“Li gor hevpeymana Cenevrê sala 1949 û protokolên wê sala 1977, ku ev kesên girtî welatîyên Sûrî ne û darizandina wan erka dadgehên Sûrîyê ye, loma çênabe li Tirkîyê bên girtin û darizandin, ev yek dagirkerî ye û binpêkirina ji hevpeymanên navneteweyî re ye”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji dema destdanîna Tirkîyê û komên çekdar ser Efrînê pirtir ji 6000 kes hatin girtin û revand in, ku çarenivîsa nîvê wan ne dîyar e.
Rêxistinên mafê mirovan yên cîhanî herwiha komîteya Neteweyên yekbûyî ya taybet bi Sûrîyê di raportên xwe de kiryarên li Efrînê diqewimin wek sûcên şer û yên dijî mirovahîyê bi nav kiribûn.