Jîyana derbiderên Efrînî li penageha Şehba di sala 2021’ê de di nava gelek zehmetîyan re derbaz bû.
Derbiderên ku ev 4 sal in ji cîh û warê xwe hatine dûrxistin, di vê salê de jî bi astengîyên cuda re rûbirû mabûn.
Omer yek ji derbiderên Efrînê ye bi dîkaneke biçûk li kampê debara jîyana xwe dike, wî rewşa xwe di sala 2021’ê de parve kir.
“Ev çend salin di nav germê û sermayê de em dijîn, derfetên jîyanê teng in, loma em pir zorî dibînin, çimkî em koçber in hemû mal û mulkê me ji destê me çûye”.
Alozîyeke din ku Efrînîyên derbider pir jan û azar ji wê kişandin di vê salê de, kêmbûna dermanan e.
Dever dorpêçkirî ye û binesazîya saxlemîyê lawaz e, jiber vê yekê saxlemîya şênîyên derbider dikeve metirsîyê.
“Pir nexweşî hene û derman jî hindik e, pir cureyê derman tunene yan jî pir buha ne, kesên bê dahat nikanin peyda bikin,” derbidera bi navê Sîham dibêje.
Herçiqas zor û zehmetîyên derbiderbûnê li Efrînîyan giran bin jî ew bi hêvîyekê dijîn û li ber xwe didin, ew jî vegera cîh û warê xwe li Çîyayê Kurmênc e li ser erdê bav û kalan.
Xalê Hesen jî dibêje ku hêvîya wan heye ku vegerin Efrînê.
“Em ewqas zordarî dikşînin, bila cîhan çavê xwe li me veke, zarok bê xwendin mane, kal û pîrên me li van çolan dimirin, daxwaza me ye ku em bi azadî li warê xwe bijîn”.
Derbiderên Efrînî dîyar dikin ku tevî xem, kul û derdên jîyana li kampan, çirûska hêvîya vegera Efrînê tarîya wê hinekî ronî dike.