Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê, bi daxuyanîyekê ji bîra giştî re, bîlançoya rewşa mafên mirovan li herêma Efrînê di sala 2021'ê de, ragihand.
Daxuyanîyê eşkere kir ku artêşa Tirk û komên çekdar yên pêre, mafê mirovan binpê dikin, ku di vê salê de pir sûc li dijî şênî, xanûber, xweza û şûnwaran kirine.
Li gor daxyanîyê di sala 2021'ê de 51 sivîl hatine kuştin ku 14 ji wan jin, 13 jî zarok in.
Dîsa, 716 kes hatine girtin û revandin ku 82 ji wan jin in û 25 jî zarok in.
Derbara şûnwaran de daxuyanîyê destnîşan kir ku 17 cîhên şûnwarî hatine dizîn û rûxandin.
Herwiha daxuyanîyê bal kişande ser birrîna daran ku 23 hezar û 500 darên zeytûnê hatine qut kirin û zevîyên fireh hatine şewtandin.
Daxuyanîyê dîyar kir ku guhertina demografîk li Efrînê didome, ku 300 hezar kes ji gelê wê yê Kurd hatine koçber kirin û li şûna wan 400 hezar Ereb û Turkmen hatine bi cîh kirin.
Her di çarçoveya guhertina demografîk de, di sala 2021'ê de 30 komgeh hatine ava kirin, ku di bin çavdêrîya Tirkîyê de rêxistinên îxwan muslîmîn fînansa wan kiriye.
Girêdayî bîlançoyê berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku kiriyar û binpêkirinên li Efrînê diqewimin, dikevin asta tawanên şer û yên li dijî mirovahîyê, ku armanca Tirkîyê veqetandina Efrînê ji nexşeya Sûrîyê ye.
Şêxo helwesta xwe wiha şîrove kir: “Ji hemû sazîyên mafê mirovan, çalakvanên hiqûqî û her welatpêrezekî Kurd û Sûrî tê xwestin li hember tiştê li Efrînê diqewime bêdeng nemînin, ku binpêkirin rawestin û sûcdar werin darizandin, herwiha dawî li dagîrkerîya Tirkîyê were”.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji dema destdanîna Tirkîyê li Efrînê sala 2018'an, rewşa mafê mirovan kambax bûye, ku gelek sazî û rêxistinên hiqûqî ew belge kirine, weke Amnesty, Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan, Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye.