Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbiderên Efrînê Bêdengîya Rûsya Protest Kirin


Şênîyên Efrînê ku li Şehab derbider in xwepêşandanek li hember navenda leşkerî ya Rûsî li gundê Wehşîyê li dar xistin.

Bi sedan şênîyên derbider bi armanca şermezarkirina topbarana Tirkîyê dijî bajarokê Til Rifet kom bûn û ber bi navenda Rûsî ve meşîyan.

Şandek ji xwepêşanderan derbazî navendê bû û bi serbazên Rûsî re hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtinê şandê daxuyanî dan, tê de eşkere kirin ku wan ji Rûsya xwestin helwestekê bidin.

Di xwepêşandanê de wêneyên qurbanîyên topbarana Tirkîyê hatin bilind kirin û siloganên dilsozîya bi zarokan re hatin bang kirin.

Herwiha xwepêşanderan bêdengîya Rûsya jî protest kirin û ji civaka navneteweyî xwestin helwestekê li hember êrîşên Tirkîyê bistînin.

Li alîyekî din ve rêxistina mafê mirovan ya herêma Efrînê û heyva sor ya Kurd daxuyanîyek hevbeş dan tê de encamên topbarana Tirkîyê parve kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di topbarana artêşa Tirk de 10 derbiderên Efrînê ku 8 jê zarok in jîyana xwe hinda kiribûn, herwiha 13yên din jî birîndar bûbûn ku dîsa piranîya wan zarok bûn.

Rêxistina zarokan UNICEF dilgiranîya xwe ragihandibû û rexne li kiryaran kuştina zarokan kiri bû ku çênabe zarok werin armanc girtin.

NR_12_03_Xwepêşandan_Dijî_Rûsan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00


XS
SM
MD
LG