Ji alîyê Rêxistina Azadîya Çapemenîyê ya Ewrupayê (ECPMF) jibo Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê raportek bi navê “Şopandina Binpêkirinên Azadîya Ragihandinê ” hate weşandin.
Di raportê de hate dîyarkirin ku berîya hilbijartinan zextên li ser rojnamevanên Kurd zêde bûne. Di raportê de wiha hate gotin:
“Di meha Nîsana 2023’yan de, di çarçoveya operasyoneke berfireh û berîya hilbijartinan de, di êrîşên danê sibê yê hevdem de 10 rojnamevanên Kurd hatin girtin.”
Hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle û Firat (DGF) Dîcle Muftuoglu, ev raport ji Dengê Amerîka re nîrxand.
Muftuoglu radigîhîne ku di çarçoveya lêpirsîna li Enqerê de çewsandinên ku pêk hatin hê jî berdewam dikin.
Muftuoglu got, “Di sala 2016’an vir de nêzîkî 300 sazîyên çapemenîyê yên piranîya wan bi Kurdî ne, hatine girtin û mafê gelê Kurd ya agahdarkirinê hatiye asteng kirin.”
Muftuoglu jî bi xwe di çarçoveya lêpirsîna li Enqerê, di 29’ê Nîsana 2023’yan de li Amedê hatibû desteser kirin û demeke dirêj li girtîgehê mabû.
Îro 3’ê Gulanê Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê ye. Jiber boneya vê rojê jî Rêxistina Azadîya Ragihandinê ya Ewrupayê di raporta xwe de rewşa rojnamevanên Tirkîyê dîyar kir.
ECPMF dibêje ku givaştinên ku li ser rojnamevanan pêk hatiye piranîya wan lêpirsîn û bi binçavkirinên keyfî, sûc û mehkûm kirin û herwiha bi îdiayên wek terorîzm, haqaret li wezîfedarên cemawerîyê û haqareta li serokomar kirinê pêk hatine.
Di raportê de tê dîyarkirin ku hê jî 13 rojnamevan bi boneya “zagona dezenformasyonê” ango agahîyên derewîn hatine ceza kirin û li ser 236 bûyerên binpêkirina azadîya çapemenî jî hatine tespît kirin.
Koordînatorê Çavdêrîya Medyaya Azad Gurkan Ozturan, ev raport ji Dengê Amerîka re nîrxand.
Ozturan got, “Dema em li rojnamegerên ku di girtîgehê de ne dinêrin, mirov dikare bibîne ku medyaya Kurd bi awayekî berfireh armanc tê girtin. Ji destpêka sala 2022’yan vir ve, li ser 118 rojnamevanên Kurd 43 doz hatine vekirin. Ev raport jî vê yekê car din piştrastî dike.”