Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ECJ Dibêje Brîtanya Dikare ji Biryara Veqetîna ji YE Vegere


Dadgeha Ewrupî ya Dadwerî
Dadgeha Ewrupî ya Dadwerî

Dadgeha Ewrupî ya Dadwerî (ECJ) îro Duşemê biryar da ku mafê Brîtanya heye ji biryara xwe ya derketina ji Yekîtîya Ewrupa, bi yekalî vegere.

"Qiralîyeta Yekbûyî azad e ku bi yekalî dest ji biryara xwe ya veqetina ji Yekîtîya Ewrupa berde," dadgeha bingeh li Luksemburg got.

Dadgehê got ku ger Brîtanya biryara vekişîna ji Yekîtîya Ewrupa betal bike, hîngê ew li gor qanûnên xwe yên netewî dikare, bi heman mercên heyî di nav yekîtîyê de bimîne.

Biryara ECJ di vê demê te tê ku Serokwezîra Brîtanya Theresa May dengdana Sêşemê ya rêketina Brexsitê li parlamanê paşxistibû.

Brîtanya di sala 2016’an de çûbî referandumê ku ji Yekîtîya Ewrupa ya bi 28 endaman derkeve û do Adara 2017’an de Xala 50 ya Peymana Lîzbon pûç kiribû ku dest bi peyvajoya veqetînê ji yekîtîyê bike.

XS
SM
MD
LG