Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Ewrupî Ser Rakirina Parêzbendî û Darizandina 40 Parlamenterên HDP'ê Biryara Binpekirinê Dide


Hevserokên berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag (Arşîv)
Hevserokên berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag (Arşîv)

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê (ECHR) îro Sêşemê di derbarê rakirina parêzbendî û darizandina 40 parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) biryara binpêkirinê da.

Dadgehê got ku rakirina parêzbendîya parlementeran binpekirina azadîya ramanê ye.
Di nava 40 parlementeran de hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş jî heye.

Demirtaş ku ji Mijdara 2016’an û vir ve demek kin piştî rakirina parêzbendîya wî ya di 20'ê Gulana 2016'an, di girtîgehê de ye.

Hevdem, ECHR biryar da ku jibo her yek parlementerî 5 hezar Euro ceza li Tirkîyê birî.
Li gor biryara ECHR'ê Tirkîyê divê mesrefa dadgehê jî bide.

Mahsunî Karaman, yek ji parêzerên Demirtaş biryar ji ser Twitter'ê dîyar kir û got ku ECHR bi biryara îro hat zelalkirin ku parezbendîya parlmenteran bi rengekî dij qanûna bingehîn hatiye rakirin.

“ Bi vî awayî tevahîya doza HDP'yîyên ku di dema parlamenterîyê de hatibûn girtin, têk çû. Doza hemû parlementeran, Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de, divê jinûve destpê bike. Divê demûdest hemû werin berdan, ” Karaman got.

Di sala 2016an de Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) xwestibû Qanûna Bingehîn biguherîne û Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî piştgirî dabû. Bi vê guhertinê re, parêzbendîya parlamenterên HDP'ê hatibû rakirin û darizandina wan destpê kiribû.

XS
SM
MD
LG