Di rojên dawî de vîdyoyek li ser malperên civakî hatibû belav kirin ku tê da endamekî Ceyşh el-Siwar şervaneke YPJê û endamekî din dikuje. Endamekî Ceyşh el-Siwar yê bi navê Cemîl di vîdyo da dibêje, ew tola cenazeyên Ceyş el-Sunê yên li Efrînê hatine gerandin, radike.
Serokê Desteya Xweparastinê Ebdo Çîlo ev vîdyo wek propagandeke piştî şikandina komên êrîşî ser Efrînê bi nav dike.
“Hinek nîşane hene ku ev vîdyo derew e. Wek mînak, di komîta têkîlîyan da jin cîh nagirin jiber ku alîyê din xwe îslamî dibînin û qebûl nakin bi jinan re bipeyvin. Herwiha şervanên YPJê bi cil û çekên xwe têne nas kirin. Ew jina di vîdyo da ne YPJê ye."
Çîlo bi berdewamî dibêje, gotina Hema û Sohêl Hesen di vîdyo de tên bîhistin, lê ti karê YPGê li bajarê Hemayê tuneye.
"Kesekî bi navê Cemîl ji ketîba Ebû Udey tê naskirin û her du kesên hatine kuştin li ba wî kar dikin."
Çîlo îdia dike ku ew vîdyo piştî têkbirina êrîşeke mezin ya wan koman, jibo reşkirina hêza wan hatiye çêkirin.
Çîlo dide zanîn ku piştî danûstandinên radestkirina bi dehan termên Ceyş el-Sunê serketî nebûn, êrîşên li ser herêmê zêde bûne û şerekî pîskolojîk tê meşandin.