Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Ewlehîya Esmanîya YE Bo Firînên Ser Ukrayna Hişyarî Dide


Dîmeneke ji balafirgeha Boryspil ya ku 30 kîlometre li derveyî paytext Kîev ya Ukraynayê ye (Arşîv)
Dîmeneke ji balafirgeha Boryspil ya ku 30 kîlometre li derveyî paytext Kîev ya Ukraynayê ye (Arşîv)

Ajansa Ewlehîya Esmanîya Yekîtîya Ewrupa (EASA) piştî Rûsyayê îro Pencşêm dest bi êrîşa dijî Ukraynayê kir, asta pêşnîyara xwe yên ser pêkanîna firînên li heremê, berfireh kir.

EASA'yê dijî firînên ser Moldova û Belarûsê û herwiha ser beşên mezin yên Rûsyayê, hişyarî da.

Ajansê îro jixwe di demjimerên zûtirîn de, ser rîskên girîng yên bo firînên sivîl yên ser Ukraynayê, hişyarî dabû.

EASA di daxuyanîya xwe de bal kişand ser " xeterîya hem hem armanckirina bi zanebûn û hem jî xelet naskirina firînên sivîl."

Herwiha, wê da zanîn ku divê firînên li qada esmanî ya ku ji hêla Moskow û Rostov-on-Don ve ya li Rûsyayê tê kontrol kirin, bi baldarî û hişyarî werin kirin, “ jiber zêdebûna çalakîya leşkerî ya ku dibe ku avêtina mûşekên ku derbazî qada esmanî ya kontrolkirî dibin jî hebe."

Di nûvekirinekê de, EASA'yê agahdarîyeke ku ji hêla Moldovayê ve hatî weşandin jî destnişan kir, ya ku dibêje wê qada xwe ya qada xwe ya esmanî ber krîza Ukraynayê jibo hemî firînan girtiye.

XS
SM
MD
LG