Hejmareke hunermend û dengbêjên Efrînî srtaneke hevbeşî ya bi navê Eşqa Te Yar tomar kir û Komîna Sînema ya Avrîn jî klîba wê stranê amade kir.
Hunermend Neîm Şebab peyîv û awazên stranê danîne û Rênas Kurdax belavkirina muzîkê û Mihyedîn Erselan jî derhênerîya klîbê kiriye.
Erselan ji Dengê Amerîka re got ku çîroka ku di klîpê de hatiye honandin ne dûrî êş û bîranînên derbiderên Efrînî ne.
"Me herwiha xwest ku zengînî û resenbûna çanda Efrînê nîşan bidin ku çiqas rastî êrîşan were jî ew tine nabe."
Hun dikanin vê klîba ne ji vê lînkê temaşe bikin: https://www.youtube.com/watch?v=Kld1sRD-tH8&t=4s