Yek jî fermandarên Durzîyên Sûrîyê, Beha Cemal got ku ew serokê demkî yê rêvebirîya veguhez û destûra ku wî ragihandiye nas nakin.
Cemal ji kanala Rûdawê re got ku daxwaza wan daxwaza hemî Sûrîyên bi rûmet û azadîxwaz e.
“Em daxwaza welatekî sekuler dikin. Welatekî mirovî ku rêzê li mirovan bigire, bê ku cudahîyê di navbera dîn û netewan de bike. Tiştê ku di rewşa rastî de heye, sîstemeke tekfîrî ya selefî ya olî û nijadî ye.”
Cemal, destûra demkî ya Sûrîyê, ku desthilatdarên heyî dixwazin di 5 salên qonaxa veguhastinê de bi kar bînin, rexne kir got ku divê li seranserî Sûrîyê hilbijartinên rewa werin kirin.
“Em serokê niha nas nakin. Emê piştî hilbijartineke pak û zelal nas bikin. Em kesekî terorîst nas nakin.”
Cemal bi berdewamî got ku ew Kurd wek bira dibînin û daxwazên wan rewa dibînin û piştgirîya wan dikin.
Jêder: Rûdaw