Di berdewamîya pişkîninan de 2 jin wek hilgirên vîrusa korona hatin tomar kirin.
Rêvebirîya Saxlemîya Duhokê dîyar kir ku rewşa 2 nexweşan ne baş e û ew li jêr çavdêrîya çir de ne.
Bi vî awayî hejmara pêketîyên Covid-19 li Duhok bûne 102 kes û heta niha 26 bi temamî qenc bûne û 76 kes li nexoşxanê di bin çareserîyê de ne.Rojane ji alîyê tîmên saxlemîya Duhokê ve 500 pişkînin têne encamdan.