Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoke û Topxanên Tirkiyê Devera Berwarî Bala û Qeza Amêdiyê Bordûman Dikin


Di van 2 rojan da gundên Kêste û Hirorê û Serero li devera Berwarî Bala û gundên Mijê û Spîndarê û Dêreşê li qeza Amêdiyê bi dijwarî ji layê firoke û topxanên Tirkiyê ve hatin bordûmankirin û li gundê Spîndarê yê qeza Amêdiyê hijmarek ajel hatin kuştin.

Şeva 25/26 li gundê Hirorê şer û bi hevçûn di navbera leşkerê Tirkiyê û gerîlayên PKKê çêbûn û firokên Tirkiyê bi dijwarî derdûrên Hirorê bûrdûman kir.

Ayad Adîb ji gundê Hirorê li ser rewşa wan û ya deverê bo dengê Amerîka axivî û got:

“ gundên sinorî bi temamî di metrisîyê da ne, ji ber bordûmana berdewam ya firoke û topxanên Tirkîyê. Şevê dî şer çêbû dinavbera leşkerê Tirkiyê û gerîlayên PKKê. Firoke û topxanên Tirkiyê derdorên Hirorê û Kêste bordûman kirin, xelk nikarît rez û bîstanên xwe avdet ji egerê vê bordûmanê.”

Nijyar Esmael ji gundê Serero li Berwarî Bala got:

“ Berdewam bordûmana gundî di hêt kirin, em nikarîn rez û bîstanên xwe avbidin û me çend caran daxwaz ji nahya Kanîmasê kirîye lê çi çare nehatine dîtin.”

Di pêwendîyek têlefonî da di gel rêveberê nahya Kanîmasê Serbest Sebrî ji dengê Amerîka re got ku ew berdewam di pêwendîyan da ne di gel cihên pêwendîdar ji bo ku cotyar bikarin rez û bistanên xwe avbiden.

Gundê Hirorê gundekî avedane û nêzî 45 mal lê hene û jiyara wan li ser ajel û mêşên hingiv û dirametê çandinê heye.

Hêjayî gotinê ye ku di van 2 mehan da ji egerê bordûmana berdewam 6 gund li Berwarî Bala hatine berdan.

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00


XS
SM
MD
LG