Li Îraq û Herêma Kurdistanê demeke dirêj e ku şer, kuştin û qeyrana berdewam û nebûna delîveyên kar dibin sedem ku gelek kes berê xwe didin koçberîyê.
Di wê rêwîtîya metirsîdar de bi dehan kes dibin qurbanî û bi taybetî rûniştvanên Duhokê di vê dawîye de bi rengekî zêde ber bi handeran diçin.
Karzan Ebduletîf yek ji derçûyên zanîngehê ye û li ser koçkirina xortan dibêje ku egera neseqamgerîya sîyasî û darayî ye kartekirineke yekser û ne yekser kiriye ser Herêma Kurdistanê heza gencan zede kiriye bo derveyê welat.
Kurdo Bayezîd egera çûna gencan bo nebûna delîveyên kar vedigerîne û dibêje ku gelek ji hevalên wî çav lê kirine ku herin dervayê welat.
Hekar Nerweyî, rêvebire lawan li Duhokê dibêje ku ew gencan berhev dikin ku bi kar û çalakîyan rabîn û şîyana wan çêkin ku ew wan kanînên xwe jibo peydakirina dahatekê bi kar bînin.
Hêjayî gotinê ye ku di van sê mehên derbazbûyî de pirtir ji 4 hezar kes ji Duhokê ber bi dervayê welat çûne ku piranîya wan ji kampên awareyên Şengalê ne.