Jimareke Kurdnasên Kurd û Ereb û biyanî li zanîngeha Newroz a bajarê Duhokê konferansek lidarxist û wê li ser dirêjiya du rojan 44 lêkolînan pêşkêş bikin.
Pirofîsor Îbrahîm Seydo Aydogan ji zanîngeha Sorbon a Frensî di vê konferansê de behsa şaşiyên ku di edebiyata Kurdî de bûyî kir û got ku dem êdî hatiye ew şaşî bêne serastkirin.
Dr. Ebdulwehab Xalib bal kişand ser girîngiya pêwendiyên zanîngehên herêma Kurdistana Îraqê li gel kesayetiyên biyanî û cîhana Erebî.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Duhokê Selam Balayî li konferansê bû û ev raporta jêrîn a deng amade kir.