Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dubare Jimartina Dengên Bexda Duşembî Dest pê Dike


Komisyona hilbijartina Îraqê ragehand ku dubare jimartina dengên parêzgeha Bexda li hilbijartinên parlemanî yên 7-ê Adarê, dê roja Duşemê destpê bike û dê bo du heftiyan berdewam be.

Komisyonê Pêncşembî roja dubare jimartina dengan ragehand, deh rojan piştî Komisyon razî bû dubare dengan bihijmêrin.

Serokwezîr Nûrî El-Malikî daxwaza jimartina dengan kir. Hevalbendiya wî ya Dewleta Qanûnê ragihand ku belge diyar dikin fêl û saxtekarî li pênc parêzgehan, ji wan Bexda, hatibûn kirin.

Bîst ji-sedê yê kurisyên parlemanê Îraqê yên parêzgeha Bexda ne.

Di encamên destpêkê de, hevalbendiya Malikî li Bexda bi du kursiyan li pêş hevalbendiya serokwezîrê berê Eyad Ellawî bû. Lê li gor encamên dengdana hemî Îraqê, hevalbendiya Ellawî bi du kursiyan li pêş hevalbendiya Malikî ye.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG