Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan di Doza DTPê de Tirkîye Mehkum Kir


Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan (ECHR) biryara xwe ya ser doza girtina Partîya Civaka Demokratîk (DTP) di 2009'an de, bi îdiaya ku peywendîya wê bi PKK re heye, eşkere kir.

ECHR di biryara xwe de Tirkîye mehkum kir û dîyar kir ku DTP piştgirî li kiryarên tundî û tûjî nekiriye, loma jî bingeh ji Tirkîyê re çênebûye ku wê partîyê qedexe bike.

Dozgerên ECHR biryar dan ku bi girtina wê partîyê, Tirkîye mafê azadîya rêxistinbûnê û endambûnê binpê kiriye, jiber ku bi daxistina DTPê, kursîyên wê partîyê di nav parlemanê de jî hinda bûne.

ECHR dîyar kir, girtina partîyeke wek DTP, ku di çareserkirina pirsa Kurdî bi rêkên aştîyane de roleke girîng dilîze, li hember astengkirina azadîya rêxistinbûnê nabe rêwa bê dîtin.

Dadgehê bal kişand ku ti projeyên sîyasî yên DTPê, li dijî pîvanên konsepta civakeke demokratîk bûn.

ECHR herwiha Tirkîye mehkum kir ku bi rakirina parlemantarîya hevserokên DTPê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Peymana Ewrupî ya Mafên Mirovan (European Convention on Human Rights) jî binpê kir û mafê wan ya hilbijartinên bin şertên azad jî ji destê wan her duyan bir.

Di biryarê de hate destnîşan kirin ku divê Tirkîye di nav sê mehan de bersîvdana xwe ji dadgehê re bişîne.

XS
SM
MD
LG