Roja Şemiyê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), ragihand ku li gundewarê Hesekê di êrîşa droneke Tirkiyê de 8 kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Drona Tirkiyê li nêzî navçeya Tel Berak ya ser bi gundewarê Hesekê ve, êrîşek pêkanî, di êrîşê de kesayetiyek olî û 2 leşkerên li hermên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê hatin kuştin, her wiha 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
Piştî wê êrîşê hejmara êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên Rêveberiya Xweser ji destpêka sala 2024 an heta niha gihaye 215 êrîşan, ku di wan êrîşan de 96 kes hatine kuştin û 61 leşker û 80 sivîl birîndar bûne, ku di nav de 6 jin û 5 zarok jî hene .
Li aliyek din SOHR dibêje, Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên bi piştevaniya wê roja Şemiyê bi çek û topxaneyê êrîşên giran li ser gundên Qibûr Qeracine û Xizir Husên yên li herêmên jêr kontrol HSDê li herêma Til Temir li rojavayê Hesekê bombebaran kirine, bê ku ziyanên giyanî werin zanîn.
Herêm rastî pevçûnên berdewam tê ji operasyonên serbazî û aramanc girtina gund û bajarokên li herêmê ku dibe sedema tirs û nîgeraniyê di nava rûniştvanên herêmê de.
Jêder: SOHR