Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov, roja Sêşemê ragihand ku di dema derketina alozî û nakokiyan di navbera Tikriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, hêzên HSD'ê droneke Tirkiyê xist xwar.
SOHR dibêje, Hêzên Sûriya Demokratîk (SOHR) li gundê Mamît li başûrê bajarê Kobanî drona artêşa Tirkiyê xistin xwar, bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî hebin.
Ev yek di demekî de tê ku alozî di navbera HSDê ji aliyekî ve, û Tirkiye û grûpên çekdar yên bi piştevaniya wê ji alîyê din ve dom dikin.
Tirkiye gefa operasyoneke bejhayî ya nû li herêma Kobanî ya rojhilatê Helebê, dike.
Îro dronên Tirkiyê bi 5 êrîşên esmanî, cih û çekên giran yên hêzên rêjîma berê li gundên Îbrahîm Kurdo, Cernê û Bîr Xat yên li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de li gundewarê rojavayê Girê Spî li bakurê Reqa kirin armanc.
Heta amadekirina vê raportê derbarê ziyanên mirovî de ti agahî nehatine dan.
Jêder: SOHR