Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Dr. Necmedîn Kerîm radigîhîne ku rewşa Serokomarê Îraqê Celal Talabanî pir baş e û tiştekî xeter li ser saxlamîya wî tuneye.
Dr. Kerîm dibêje, ew hate Amerîkayê ku ji dil, mêjî û damarên ku xwîn dibine mejîyê bide kontrol kirin û heta niha hemî testên ku hatine kirin baş derketine.
Necmedîn Kerîm îdîayên neştergerîyê jî red dike û dibêje, tiştekî wusa tuneye û birêz Talabanî du rojên din vedigere Kurdistanê.
Hun dikarin sohbeta hevkarê me Heyder Kerîm ya ligel Dr. Nejmedîn Kerîm bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarî bikin.