Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Nacî Kutlay: Jimara Kurdan li Parlemana Tirkîye Zêde Dibe


Dr. Nacî Kutlay.
Dr. Nacî Kutlay.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, siyasetvan û dîroknas Nacî Kutlay pêşbînî dike ku piştî hilbijartina giştî li Tirkîye, jimara Kurdan li parlemana Tirkîye zêde bibe.

Dr. Kutlay dibêje, eger baraja ji sedî deh neba, li hilbijartina Hezîranê 60 berendamên ser bi Kurdan yan zêdetir da bine endamên parlemana Tirkîye.

Birêz Kutlay her wiha dibêje, mirov nuha nikare bêje ku hilbijartina giştî wê bi rehetî derbaz bibe û mirov nikare bêje ku rewş wê aloztir bibe. Wî got, li Tirkîyeyê “demokrasî rûneniştîye û gelek kêmasîyên wê hene, bi taybet ji bo hilbijartinê û partîyên sîyasî.”

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Kutlay re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG