Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Kobanê ya Dijî Rêvebir û Endamên HDP'ê li Enqerê Didome


Alên HDP
Alên HDP

Li Enqere paytexta Tirkîyê îro Duşemê rûniştina yekê ya doza dijî bi dehan endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dest pê kir.

Doz, bi îdaya beşdarbûn û rêxistinkirina xwepêşandanên dema rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) di 2014'an de erîşê bajarê Kobanî ya Kurdên Sûrî kir, hatiye vekirin.

Di dozê de tevî serokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş bi tevahî 108 kes têne darizandin ku ji van 28 jê girtî ne, 6 kes bi şertê kontrola edlî serbest in û biryara girtina 75 kesan heye.

Di bûyerên ku wek xwepêşandanên Kobanîyê yên bi piranî di navbera 6 û 8'ê Cotmeha 2014'an tên zanîn de, 37 kes hatibûn kuştin.

Xwepêşandaneran arteşa Tirkîyê bi piştgirîya mîlîtanên DAIŞ'ê ku Kobanî dorpeç kiribûn, tawanbar dikir.

108 kes, bi 37 tawanên kuştinê û têkbirina yekbûn û yekbûna axa dewletê têne tawanbar kirin.

HDP wan tawanbarîyana red dike.

HDP dibêje ku piştî ku meha borî dijî HDP'ê bi îdaya têkilîyên bi mîlîtanên Kurd re doza girtina wê hat vekirin, ev doz gavek din ya bo zarardayîna partîyê ye.

Berîya destpêkirina dadgehê, Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, Hevserokên Giştî yên HDP'ê li ber Kampusa Sîncanê preskonferansek dar xistin.

"Emê vê doza komployê pûç bikin, tekoşîna demokrasîyê mezin bikin, hesabên desthilatdarîya sîyasî xera bikin û bê guman emê vî welatî hemî bi hevra ji vê êrîşa otorîter rizgar bikin," Sancar got.

HDP, di van salên dawî de ji hêla AK Partî (AKP) ya Serokomar Tayyîp Erdogan û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ya Serokomar Tayyîp Erdogan ve di bin zext û zordarîyê de ye.

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê (ECHR) di Berfanbara 2020'an de ragihandibû ku zindankirina Demîrtaş ya zedetirî çar salan sînorkirina azadiyên siyasî ya bêdengkirina cûdabîran e û biryara demûdest serbestberdana wî dabû.

Tevahîya parlemeterên HDP'ê, nûnerên Enternasyonala Pêşverû, heyetên navneteweyî, serokên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û yên rêxistinên civaka sivîl jî bo şopandina dozê li qada dadgehê ne.




XS
SM
MD
LG