Encama Doza Kobanê, piştî 3 salan di 16’ê Gulana 2024’an de hate eşkere kirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de li ser 13 kesan 407 sal û 7 meh caza hate birîn û piştî vê biryarê li ser hiqûqa Tirkîyê jî nîqaşeke nû destpê kir.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serî de, desthilatîya Tirkîyê ev biryar di cî de dît, lê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogulları jî tê de, opozîsyona Tirkîyê ev biryar dijî hiqûqê nîşan da û wek biryareke sîyasî nîrxand.
Erdogan, roja Duşemê, di merasîma Dadgeha Dadwerî de li ser encama Doza Kobanê rawestîya û dubare kir ku di bûyerên 6-8 Cotmehê 2014’an de 37 kes hatîne kuştin û di van bûyeran de jî destên kesên ku di vê dozê de tên darizandin hene.
Ew dibêje, “Yên ku dibêjin ev biryar sîyasî ye berî her tiştî zirarê dide hewldanên dijî têkoşîna terorê û heqereteke jibo hiqûq û demokrasîyê. Ti kes nikare bûyerên 6-8’ê Cotmehê rewa û meşrû nîşan bide. Em di derbarê biryara dadgehê de tu şîroveyên zêde qebûl nakin… Piştî 10 salan, em dibînin ku heqîqet bi derengî hatîye cîh kirin û em ji vê biryarê jibo qurbanîyan û demokrasîya xwe kêfxweş in.”
Dadgeha Cezaya Giran ya 22’yan ya dema di 142 rûpelan de encama Doza Kobanê dîyar kir, di vê derê de ti ceza ji bûyerên 6-8 Cotmehê neda keseke û hemû kesan di vî warî de berat girt. Lê Erdogan piştî biryarê car din bal kişand ser van bûyeran.
Hiqûqzan Mesut Ozer ji Dengê Amerîka re ev encama Doza Kobanê û bûyerên 6-8 Cotmehê nîrxand.
“Heke di bûyerên 6-8 Cotmehê de sûcek hebûya, birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li vir bûn pêwîst bû yekser di 9 Cotmeha 2014’an doz bihata vekirin. Lê wisa nebû piştî 5 salan şûn de doz vekirin. Di alîyên din de jî mehkemê di van bûyeran de ti kes ceza nekir, jibo giştan berat da.”
Ozer, li ser pêvajoya Doza Kobanê ku wê di rojên were de çawa bimeşe jî rawestîya û got, “Mehkemê, di 16 Gulanê de, di biryara xwe ya 142 rûpelan de biryara kin da. Jibo encama ku daye pêwîst e sedama biryaran dîyar bike. Piştî vî wê biçe îstînatê û dûre jî wê biçe Dadgeha Bilind.”
Parlamanter û Cîgirê Gruba CHP’ê Alî Mahîr Başarir jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku encama ku derketîye ne hiqûqî ye.
Ew dibêje, “Armanca darizandinan dîyarkirina rastîyê ye. Li her derê dinyayê ev wisa ye. Lazim e her tişt di wexta xwe de be, lê ev doz piştî 5 salan şûn de hatiye vekirin. Ez wek hiqûqzanekî cezayê dibêjim, gelo dozeke wiha girîn jibo çi piştî 5 salan hate vekirin. Di vê derê de tiştekî hiqûqî na, tiştekî din heye.”
Mehmet Uçum ku Serekşêwirmendê Erdogan e, biryara dadgehê wek biryareke netewî û serbilindî nîşan dide.
“Hêzên dadwerî li Tirkîyê serxwe û bêalî ne. Em bi hiqûqa xwe ya neteweyî gelek serbilind in,” Uçum got.
Lê, DEM Partî, him helwesta mehkemê di vê biryarê de sîyasî dibîne û him jî helwesta desthilatîyê bi tundî rexne dike.
Parlamantera DEM Partî Newroz Uysal Aslan ji dibêje ku bi aqilekî çetevarî û qirêj dixwazin azadîya Kurdan tune bikin.
"Ev biryar ne biryareke hiqûqîye bi tevahî sîyasîye. Desthilatî her çiqas bêje hiqûqîye lê hemû dinê jî dibîne ku biryareke sîyasî ye.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku hiqûqzan li Tirkîyê ana bûne du beş, hin ji wan berevaniya vê biryarê dikin, lê gelek wê bi awayekî hiqûqî nabînin. Di alîyê din de jî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê jî di derheqê vê dozê de heman neheqîyek dîyar kiribû.
Dîsa ku ji alîyê Wezareta Derve ya Amerîka ve jî heman rexne li ser vê dozê hatin. Parêzerên vê dozê jî radigîhînin ku heke li Tirkîyê kêmek hiqûq hebe, pêdivî ye ku ev cezayên hatine dayîn di Dadgeha Bilind de yekser werin xira kirin.